Girseya gel ku bi armanca wergirtina cenazayên herdu şervanan li ber Nexweşxaneya Firat a Minbîcê kombûn. Piştî wergirina cenazeyan, girseya gel bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana şehîdan a Minbîcê ve ketîn rê. Li bajêr cenezeyên şervanan bi dirûşme û tilîliyan hatin pêşwazîkirin.
Li goristana bi deqeyek rêzgirtinê şervanan merasîmek leşkerî li dar xistin. Piştre jî Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Miheed El-Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got em ê heta dawî şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Ji bo pêkanîna hêviyên wan em ê tekoşîna xwe bidomînin.
Piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî a Minbîcê Edanan Ebû Ehmed axivî û got: "Ji beriya 15 rojan ve çeteyên DAIŞ’ê êrîşî eniyên başûr û rojava yên Mibicê dikin. Weke Meclîsa Leşkerî a Minbîcê em bersiva wan ddidin. Em ê heta dawiyê bersiva êrîşên çeteyan bidin û em ê bibin mertalek xurt û gelê herêmê biparêzin."
Di merasîmê de her wiha Hevseroka Melcîsa Sivîl a Minbicê Sozdar Xalid jî axivî û got ku gelê herêmê li dijî hemû êrîşan li ber xwe didin û wê heta dawî herêmên xwe bi rê ve bibin.
Piştî axaftinan nasnmameya şervanan hate xwendin û radestî malbata hate kirin.
Di dawiya merasîmê de canazeyên şervanan bi dirûşme û tilîliyan ve hatin veşertin.