Li Milazgirê 6 kes hatin destgîrkirin
Li gundên navçeya Milazgîr a Mûşê di serdegirtina malan de 6 kes hatin destgîrkirin.
Li gundên navçeya Milazgîr a Mûşê di serdegirtina malan de 6 kes hatin destgîrkirin.
Li gundê Yenîkoy û Hacagiz ên bi ser navçeya Milazgîr a Mûşê danê sibê polîsên Tirk avêt ser malan û 6 kes destgîr kirin. Hate ragihandin ku her 6 kesên hatî destgîrkirin birine Fermandariya leşkeran a Milazgirê.
Nasnameya kesên hatî destgîrkirin wiha ye: Erdal Yildiz, Muhsîn Yildiz, Rahmî Coşkun, Halîfe Çetîn, Îbrahîm Çetîn, Ercan Çetîn.