Li Mîdyadê ciwanek ji aliyê sercerdevanekê ve hat qetilkirin

Li mîdyadê sercerdevan û mixtarê gund Şîrîn Akçay ciwanê bi navê Mazlûm Çelîk qetikir.

Li gundê Mesken a girêdayî navçeya Mîdyad a Mêrdînê sercerdevan û mixtarê gund Şîrîn Akçay bi çek ciwanê bi navê Mazlûm Çelîk qetilkir.

Di navbera sercerdevan û Mazlûm de nîqaşek ku sedemê wê nehate zanîn derketiye. Di dema nîqaşê de Akça dest diavêje çeka xwe û gule berdide Çelîk.

Çelîk ku bi giranî birîndar bû li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Çelîk ku rakiribûn Nexweşxaneya Dewletî ya Mîdyadê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletî ya Mêrdînê.

Piştî bûyerê gund ji aliyê cendermeyan ve hat dorpêçkirin.

Nehate zanîn bê ka Akçay destgîrkirin yan na.

Xizmên Çelîk ragihandin ku bûyera îro saet 16:00’an qewimî û hê nizanin bê ka ji ber çi di navbera sercerdevan û Çelîk de nîqaş derketibû. Xizmên Çelîk diyarkirin, “Çi yê biba bû. Rastiyek heye ku Şîrîn Akçay bi çeka ku dewletê daye wî Mazlûm kuştiye. Niha wê otopsiya wî bê kirin. Piştre emê cenazeyê wî bigirin û bînin li gund veşêrin.”