Li Mexmûrê Turnuvaya fûtbolê ya Şehîd Şîlan Goyî destpê kir

Bi pêşengiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) turnuvaya fûtbolê ya Şehîd Şîlan Goyî hat destpêkirin.

Li Wargeha Mexmûr bi pêşengiya YXA start dan turnuvaya fûtbolê ya Şehîd Şîlan Goyî destpêkir. Di turnuvayê de malbata Şehîd Şîlan jî di navê de gelek xwendevan amade bûn.

Beriya turnuva destpê bike di şexê gerîlaya YJA-Starê Şehîd Şîlan Goyî de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê Komîteya Amadekar a Turnuvayê Firat Ûrek axivî û diyarkir ku wan bi pêşengiya YXA’yê di nava xwendewanên dibistanên Navîn û Amadeyî de turnuvayek a fûtbolê li ser nave Şehîd Şîlan Goyî daye destpêkirin.

Li ser navê malbata Şehîd Şîlan Goyî, xwişka wê Evîn Bîlen jî axivî û got: “Em wek malbata Şehîd Şîlan bi vê turnuvaya ku li ser navê Şehîd Şîlan hatî destpêkirin kêfxweşin. Em bi xebat û şahadeta Şehîd Şîlan serbilindin.”

Piştî axaftinan maça fûtbolê destpê kir. Maça fûtbolê bi serkeftina 3-2 a dibistana Navîn bi dawî bû.