Li Mexmûrê şer di navbera Heşdî Şabî û Pêşmergeyan de derket-NÛ BÛ

Li bajarokê Mexmûrê, di navbera artêşa Iraqê/hêzên Heşdî Şabî û Pêşmergeyan de şer derket.

Li bajarokê Mexmûr ê Mûsilê, di navbera artêşa Iraqê/hêzên Heşdî Şabî û Pêşmergeyan de şer derket.

Hat ragihandin, pêşmerge û hêzên Iraqê bombeyan li çeperên hev dibarînin û gelek mirovên li nava bajarok koçî Kampa Mexmûrê (Rustem Cûdî) kirine.

Li ser encama şer, agahiyeke zelal bi dest neket.

Li gorî nûçeya RojNewsê rêya Hewlêr-Mexmûr li hatinûçûyinê hatiye girtin.

Her wiha hinek top û fuzeyên katyûşa yên ku pêşmergeyan avêtî li derdora bajarokê Mexmûr teqiyan. Bi sedan welatiyên Mexmûr ji ber tirsa êrîşan koçberî Wargeha Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî) bûn.

Li aliyê din diyar bû ku hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî ji bo bajarokê Mexmûr û derdora wê hezekî mezin şandiye herêmê.