Li Mexmûrê meşa meşaleyî

Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê li wargeha Mexmûrê meşa meşaleyî hate lidarxistin. Meş bi awayek girseyî û bi hildana meşaleyên agir hate pêkanîn.

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji 1’ê Sibatê ve rêzeçalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan didome. Yek ji wan çalakiyan jî meşa meşaleyî ya ku îro ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwanên Mexmûrê (TJCM) ve hate lidarxistin.

Meşa ku weke dewama van rêzeçalakiyan e, di saet 17.30’ê ber bi êvarî ve li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan bi kombûna gel ku piranî ji ciwanan pêktê û bi hildana meşaleyên agir dest pê kir. Meş bi coş û kelecan li kolanên wargehê gera. Ciwanan bi hildana meşaleyan re dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo”, “Bijî berxwedana Garê” , “Kesek nikare roja me tarî bike” û pankartên “Serî hilde, şer bike, Rêber Apo azad bike” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi xeta jina azad têkoşînê bilind bikin, Rêber Apo azad bikin” bilindk irin.

Meş ji bo daxuyaniyê li Navenda Çand û Hûner a Mexmûrê rawestiyaa û ji aliyê endama TJCM’ê a bi navê Ciwana Guneş ve daxuyanî hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de komploya 15’ê Sibata 1999’an ya ku di kesayeta Rêber Apo de li dijî hemû mirovahiyê hatî pêkanîn, hate şermezar kirin.

Di dewama daxuyaniyê de banga têkoşînê hate kirin û wiha pêde çû: “Di destpêkê de çalakvanên ku di 9’ê Cotmehê de bi şîara “Hûn Nikarin Roja me Tarî bikin” li zîndanan di pêşengtiya rêheval Xalît Oral û Aynur Artan de destpêkirine û li derdora Rêbertiya me veguherîne xelekek ji agir, bi mînnet û rêzdarî bibîrtinin. Em soza ku me daye wan dubare dikin. Bi hişmendiya, ‘ciwan fedaiyên Rêber Apo ne’ bang destpêkê li ciwanên Kurd, hemû ciwanên cîhanê dikin ku li derdora Rêber Apo yê ku bûye Rêberê gerdûnî yê hemû ciwanan, li hev bicivin û ji bo azadiya Rêber Apo pêkbînin bang dikin ku têkoşîn bimeşînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandina ser pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û wiha hate gotin: “Em wekî ciwanên Maxmurê, pengava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ a ku hatî destpêkirin, heta ku em azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin bi hemû hêza xwe ji her alî ve tevlîbûna wê, pêşêngtiya wê û bi fedaîyane rêvebirina wê em ê bimeşînin.” Di heman demê de hate gotin ku bîryardariya wan a li hemberî komplogeran, îxanet û her cûre paşverûtiyên ku li ser mirovahiyê, taybet li ser ciwanan tê meşandin, wê bi bilindkirina têkoşîna azadiyê biserkevin.

Piştî daxuyaniyê sînevîzyona li ser komploya 15’ê Sibatê hate temaşekirin û meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Kesek nikare roja me tarî bike” û “Bijî berxwedana Garê” bi dawî bû.