Li Mexmûrê meşa bi meşale ya Newrozê
Ciwanên Mexmûrê, bi meşekî meşaleyî Newroz pîroz kirin.
Ciwanên Mexmûrê, bi meşekî meşaleyî Newroz pîroz kirin.
Meşa meşaleyî ya ku di saetên şevê de hate lidarxistin ji pêşiya navenda ciwanan destpê kir û bi daxuyaniyekê ya li pêşiya navenda Çandê jî bi dawî bû.
Piştî meşa bi sedan ciwan beşdar bû û şûnde li ser navê ciwanan Bedran Yuruk daxuyanî da. Yuruk bal kişand ser êrîşên li ser gelê Kurd, li dijî vê bang li her kesê kir ku bi ruhê Newrozê têkoşînê xurt û mezin bike.
Yuruk wiha got: “Agirê Newrozê yên ku Kawayê Hesinkar pêxistî Mezlûm Dogan geş kir. Ev agir li dijî Dahaq hate pêxistin, îro jî li dijî faşîzim û îxanetê mezin û gur dibe. Îro li çar parçeyên Kurdistanê şer heye. Em ê vê Newrozê li dijî xayînan vegerînin serhildanê.”