Li Mexmûrê ji bo şehîd Bêrîtan semînerek hat dayîn

Ji bo bîranîna fermandara jin a gerîla Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) li Mexmûrê semînerek hat dayin.

Îro li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi munasebeta 29’mîn salvegera şehadeta fermandara jin a gerîla Bêrîtan Hêvî, bi tevlêbûna şêniyên wargehê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan semînerek hat organîzekirin.

Semînera ku têkildarê jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan bû bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek dest bi axavtinê kir.

Îşlek di destpêka axavtina xwe bal kişande ser xeta jina azad ya ku şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe diyar kirî û got: “Hevala Bêrîtan tevî ku salak bû tevlî nava refên gerîlayan bibû, karî bi têkoşîna xwe li hember xeta îxanetê xwe bigihîne serketinê. Hevala Bêrîtan bi çalakiya xwe xeta jina azad ya di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de gihand asta herî bilind.”

Piştî axavtina Xurbet Îşlek, semîner bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.