Li Mexmûrê gel û gerîla bi hev re Newroz pîroz kirin
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), gel û gerîla bi hev re Newroz pîroz kirin.
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), gel û gerîla bi hev re Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Pîrozbahiyê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. Di merasîmê de Fermandarê Hêzên Giştî yên Gerîla yên li Mexmûr-Kerkûkê Bawer Serhat, Fermandara Hêzên YJA Starê yên li Mexmûrê Raperîn Gabar û fermandarên gerîla Selîm Zîlan, Şahîn Amed û Nûxeyla Sîverek amade bûn.
Fermandar Bawer Serhat li merasîmê axivî û got, "Beriya her tiştî em vê roja berxwedanê li Rêber Apo, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û hemû gel û hevrêyên me yên li vir amade ne, pîroz dikin.
Weke her Nwrozê, Newroza 2017'an jî ji bo me gelekî girîng e. Ji ber ku Newroz tê wateya berxwedana li dijî neheqiyê. Ev berxwedana ku di hemû serdemên dîrokê de dewam kir, îro hê mezintir dibe. Weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê, êrîş ji ku tê bila bê, ji bo parastin û azadiya gelê xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."
Serhat destnîşan kir, Newroza 2017'an de li dijî AKP û nokerên wê roja berxwedanê ye û wiha dewam kir: "Li dijî hêzên ku her roj komkujiyan li gelê me dikin û li hemberî nokerên wan, em ê berxwedana xwe geş bikin. Weke gel û tevgerê, em îsal azadiya Rêber Apo û Kurdistana xweser pêk bînin. Ji ber vê yekê Newroza îsal ji bo me gelekî girîng û watedar e. Em berxwedana li dijî Dehaqan mezin bikin û azadiyê misoger bikin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin, ku li dijî zilmê li ber xwe bidin."
Piştî merasîma leşkerî agirê Newrozê hat dadan û dûre bernameya Newrozê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de gerîla hunera xwe ya şano, stran û govendê pêşkêş kir. Di dawiya pîrozbahiyê de gel û gerîla bi hev re govend gerand.