Li Mexmûrê di navbera artêşa Iraqê û PDK’ê de şer derket

Li Çiyayê Qereçox yê li Mexmûrê di navbera artêşa Iraqê û çekdarên PDK’ê de şer derket.

Li Çiyayê Qereçoxê yê li Mexmûrê li bendên ku beriya niha hêzên HPG’ê jê derketibûn û artêşa Iraqê lê bi cih bibûn, di navbera artêşa Iraq û hêzên çekdar ên PDK’ê de şer derket.

Li gor agahiyan di encama pevçûnê de 3 leşkerên Iraqê û 5 çekdarên PDK’ê birîndar bûne. Lê ev agahî nehatiye piştrastkirin.

Dengê şer û pevçûnê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî jî hat bihistîn û hinek gule jî li nava xaniyên welatiyên wargehê ketin.

Di van kêliyan de jî şer berdewame.