Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê didome

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, didome.

Çalakiya nobetê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 10’ê Kanûna 2022’an, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatibû destpêkirin, bi koma nû hat dewirgirtin. Beriya ku axaftin were kirin, ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Nezîr Tekîn axivî.

Nezîr Tekîn di axaftina xwe de cezayê qedexeya hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi malbata wî re bi bîrxist û wiha got: “Em vî cezayê qedexeyê ya li ser Rêbertî û hevalên wî bi tundî şermezar dikin. Heta roja îro jî dewleta AKP-MHP a faşîst ti carî destê aşîtiyê nêzîkî me Kurdan nekiriye. Kengê destê xwe dirêjî Kurdan kiriye, her tim serî li hîle, kedxwarî, komplo kiriye, Kurd qetilkiriye, avêtiye girtîgehan.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.