Li Mexmûrê çalakiya li dijî tecrîdê bi koma xwe ya nû dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîda Îmraliyê bi dewrgirtina koma xwe ya nû, dewam dike. Çalakgeran ev peyam da: “Têkoşîna PKK’ê ya ku 45 sal li pey xwe hiştiye timî bi êrîşên hovane û komployên dewleta Tirk re rû bi rû maye.”

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê hatî destpêkirin, di roja 44’an de didome. Koma nû bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê çalakiya nobetê dewr girt. Li ser navê koma nû Mamosta Beşîr Gabarî axivî.

Mamosta Beşîr di axaftina xwe de balkişand li ser têkoşîna gelê Kurd ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Têkoşîna PKK’ê ya ku 45 sal li pey xwe hiştiye, timî bi êrîşên hovane û komployên dewleta Tirk re rû bi rû maye. Herî dawî di sala 1999’an de Rêbertiya me dîl girtin û birin Îmraliyê. Ev nêzî 25 salin tecrîdek girankirî, tecrîd di nava tecrîdê de li ser Rêbertiya me tê meşandin. Tecrîd tê warteya komkujî, kuştin û tinebûnê. Ji ber vê yekê gelê Kurd vê tecrîdê qebûl nake, wek gelê Kurd divê em vê tecrîdê li ser xwe rakin. Ji ber ku tecrîda ku niha li ser Rêbertî li ser gelê Kurd tevahiye. Ji bo wê pêwîstiya me bi têkoşînekî bê hempa li dijî vî dijminî heye da ku em bikaribin hem vê tecrîda heyî li ser Rêbertiya xwe rabikin û hem jî azad bikin.”

Piştî axaftinê merasîma dewrgirtinê bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” bi dawî bû.