Li Metînayê dagirkerek hate cezakirin

Di çalakiya li dijî dagirkerên li Boxaza Girê Azad a li Zendûrayê hate kirin de, dagirkerk hate cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Li herêmêa Metîna ya di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

1’ê Tebaxê saet 16:30’î li dijî dagikerên li Goxaza Girê Azad a Zendûrayê çalakiyeke ya sekvaniyê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerk hatiye cezakirin.

1’ê Tebaxê saet navbera 21:00-23:00’an tevgera helîkopteran li xeta Qaşûra ya herêma Metînayê pêk hatiye. Di heman saetan de artêşa TC’ê bi helîkopteran hêzên xwe yên li Girê Şehîd Çiya guherîne. Derdorî gundê Derarê û Hiror ên girêdayî bajarokê Kanî Masî ya Amêdiyê ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombekirin.

Herêma Zap û Avaşîn

1’ê Tebaxê saet navbera 07:00-19:00’an, 2’yê Tebaxê saet 07:00’an artêşa TC’ê, li dijî berxwedana gerîla ya li tûnelên şer ên herêma Werxelê ya Avaşîn encam negirtiye, dîsa sûcê şer kiriye û gazên kîmyewî bikar aniye. Ji 27’ê Tîrmehê û vir ve tevgerekî zêde ya dronan heye.

31’ê Tîrmehê û vir ve ji qereqolên li xeta sînor qada Werxelê ya Avaşîn bi obusan dijwarî tê bombekirin.

1’ê Tebaxê saet navbera 23:00-00:00’an, artêşa TC’ê hêzên xwe yên li Bervanos, Banista, Tabûra Eereban bi helîkopteran guherandiye.

1’ê Tebaxê saet 16:30’î tûnelên şer ên li Girê Sor ê Avaşîn bi teqemeniyan hatiye bombe kirin, saet navbera 12:30-13:30’î tûnelên şer û derdorî wê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obûsan û çekêngiran hatine bombekirin.

1’ê Tebaxê saet 01:00’an tûnelên şer ên li devera Werxelê ya Avaşîn 2 carî bi teqemeniyan hatiye bombekirin.

2’yê Tebaxê saet 09: devera Çemço ya Zapê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatiye bombe kirin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”