Li Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin, li Avaşîn û Zapê çalakiyên hewayî

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de yên li herêma Metînayê 3 leşkerên Tirk hatin cezakirin. Li Avaşîn û Zapê jî ji hewayê li dagirkeran hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal;

13'ê Gulanê saet di 13:00 de li Girê Şehîd Serxwebûnê li herêma Zapê ji hewayê ve bombe li dagirkeran barandin.

13'ê Gulanê saet di 15:10'an li Girê Şehîd Serdar ê herêma Avaşînê ji hewayê çalakiyeke bombeyî li dijî dagirkeran hate lidarxistin.

Ev her du çalakî bi rengekî serketî pêk hat û derb li dijmin hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

14'ê Gulanê saet di 10:00 de li herêma Metînayê, artêşa Trk a dagirker bi helîkopterên êrişê li dijî gundên Kêste û Asûrî operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. Hêzên me, dagirkerên ku derketin operasyonê xistin bin kontrola xwe û bi xurtî lê dan. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin dagirkerek hate cezakirin.

Saet di 11:30'î de li dijî yekîneyeke cuda ya dagirkeran ji 3 baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakiya gerîla hate lidarxistin. Şerê li vê derê 45 deqeyan dewam kir û bi qasî ku hate zelalkirin 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Piştî her du çalakiyan, dagirkerên ku nekarîn bi pêş ve biçin obus avêtin qadê û ber bi Girê Zendûra ve xwe vekişandin. Saet di navbera 16:00 û 16:40'î de qada şer bi balafirên şer hate bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker saet di 21:30'î de jî bi helîkopterên êrişê bombe li qadê barand û bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji herêmê bir.

Dewleta Tirk îdîa kir ku di van çalakiyan de leşkerekî wan miriye û 2 gerîla şehîd bûne. Lê belê ev agahî rast nîne û bi qasî hatiye tespîtkirin 3 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye û tiştek bi hêzên me nehatiye.

15'ê Gulanê saet di 18:00 de li qada Qela Mamreşo ya herêma Avaşînê, li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakiyek hate lidarxistin. Hejmara dagirkerên di vê çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

ÊRIŞÊN BI BALAFIR Û HELÎKOPTERAN

Artêşa Tirk a dagirker bi helîkopter û balafirên şer êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrişan wiha ne:

14'ê Gulanê saet di navbera 23:00-00:00 de qada Koordîne ya herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê û balafirên şer hate bombekirin.

15'ê Gulanê saet di 02:00 de qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

15'ê Gulanê saet di navbera 21:20 û 01:30'î de li qadên Mamreşo, Aris Faris û Mervanosê yên Avaşînê liv û tevgera helîkopteran hebû.

16'ê Gulanê saet di 06:20'î de qada Dola Konferansê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin."