Li Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin

Artêşa Tirk a dagirker dema ku êrîşî Qadên Berxwedanê ya Girê Hekarî kir, gerîlayên YJA Starê li dagirkeran da. Di şer de çepereke çeka A-4 hate îmhakirin û 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk ev agahî da:

“Herêma Metînayê:

Di 13’ê Gulanê saet di 18.00’an de dema ku dagirkeran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî kirin, hêzên me yên YJA Starê ji bo xweparastinê li dagirkeran dan. Di vî şerî de çepereke çeka A-4 hate îmhakirin û 3 dagirker hatine cezakirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 14’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 8 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”