Li Merîwanê protesto didomin

Li Merîwanê bi sedan kesên ku îtîrazî encamên hilbijartinê dikin li ber qaymaqamiyê û leşkergehê kom bûne.

Li Merîwanê bi sedan kesên ku diyar kirin di hilbijartinên Rojhilatê Kurdistanê de fen û fût hatiye kirin, li ber qaymaqamiyê û leşkergeha bajêr kom bûne.

 Bi sedan Merîwaniyan diyar kirin ku bi wesayîtên ku plakaya wan a Tehranê bû deng hatine dizîn û gel ji taxên cihê ber bi qaymaqamiyê meşiyan û çalakiya wan a protestokirinê didome.

Hatibû diyarkirin ku li Merîwanê 4 endamên Îtlahat (Servîsa îstîhbaratê ya Îranê) yên ku bûbûn namzetên meclîsa bajêr bi sed milyon tumenan, 6 sindoqên hilbijartinê kirrîne. ANF’ê xwe gihand peywirdarekî sindoqê û peywirdar diyar kir ku  bi plakayên Tehranê hilbijêr hatine û kesên ku qeyda wan ne li ser Merîwanê ne jî dengê xwe dane.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bi dest xistiye endamên Îtlahatê û kesên têkiliya wan pê re heye yên ku hatiye xwestin bi fen û fûtan bibin endamê meclîsa bajêr ev in:  Kerîm Mihemedî, Helala Emînî, Abdullah Emanî, Ebdullah Evdî, Umîd Derexşanî, Yedûllah Şêx Etarî û Sîrwa Şehbazî.”

Li bajarên Ûrmiye, Sine û Xoyê yên Rojhilatê Kurdistanê jî heman fen û fûtên hilbijartinê çêbûbû û namzetên li van bajaran banga çalakiya ji bo sibê ya di saet 10.00’an de kirin.