Li Merîwanê gel encamên hilbijartinê protesto dike

Li Merîwanê bi sedan kesên ku encamên hilbijartinê protesto dikin ber bi qaymaqamiyê ve dimeşin.

Li Merîwanê bi sedan kesên ku diyar kirin di hilbijartinên Rojhilatê Kurdistanê de fen û fût hatiye kirin, ber bi qaymaqamiyê ve meşiyan. Bi sedan Merîwaniyan diyar kirin ku bi wesayîtên ku plakaya wan a Tehranê bû deng hatine dizîn û ji taxên cihê ber bi qaymaqamiyê ve dimeşin.

Hatibû diyarkirin ku li Merîwanê 4 endamên Îtlahat (Servîsa îstîhbaratê ya Îranê) yên ku bibûn namzetên meclîsa bajêr bi sed milyon tumenan, 6 sindoqên hilbijartinê kirîne.

ANF’ê xwe gihand peywirdarekî sindoqê û peywirdar diyar kir ku bi plakayên Tehranê hilbijêr hatine û kesên ku qeyda wan ne li ser Merîwanê ne jî dengê xwe dane.

Li bajarên Ûrmiye, Sine û Xoy ên Rojhilatê Kurdistanê jî heman fen û fûtên hilbijartinê çêbibû û gel li wê derê îtîrazî encamên hilbijartinê kiribûn.

Li Merîwanê alozî hê jî didome.