Li Mêrdînê qirkirina siyasî: 3 HDP'î hatin destgîrkirin

Li Mêrdînê di operasyonên qirkirina siyasî de 3 HDP'î hatin destgîrkirin.

Li navenda Mêrdînê û taxa Dengiza ya navçeya Stewrê leşkeran avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinê de Hevserokê berê yê Şaredariya Stewrê Mehmet Aydin Alokmen, ji rêveberên berê yên HDP'ê yê Bajêr Bedîdî Yilmaz û rêveberiya HDP'ê ya Bajêr Ayşe Bozan hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mêrdînê. Tê goti, hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde be.

Alokmen dema ku Hevşaredarê Stewrê bû di 1'ê Adara 2016'an de qeyûm li şûna wî hatibû danîn û piştre hatibû girtin.

Piştî ku zêdeyî salekê dîlgirtî ma, hatibû berdan. Lê belê bi hinceta îfadeya 'şahidê veşartî' 10 sal 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.