Li Mêrdînê polîsên Tirk êrîşî xwepêşandêran kirin

Li Mêrdînê polîsên Tirk êrîşî xwepêşandana li dijî desteserkirina şaredariyan kirin.

Li Mêrdînê berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyan didome.

Koma ku parlamenterên HDP'ê jî di nav de xwest li Parka Karayollari daxuyaniyê ji raya giştî re ragihîne li avahiya partiyê li hev kom bû.

Lê belê girseya gel dema ku ji avahiya partiyê derket bû hedefa êrîşa polîsên Tirk. Parlamenteran nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û diyar kirin, ku ya tê kirin nehiqûqî e.

Polîsên Tirk ku bi mertalên xwe çalakger dorpêç kirin, hewl dan parlamenteran dahf bidin. Aloziya li ber avahiya partiyê ya HDP'ê didome.