Li Mêrdînê polîsan girtin ser malekê, kesek mir
Li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê polîsan girtin ser malekê. Di serdegirtinê de kesek mir û 4 jê zarok 8 kes jî hatin destgîrkirin.
Li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê polîsan girtin ser malekê. Di serdegirtinê de kesek mir û 4 jê zarok 8 kes jî hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê polîsan vê sibehê girtin ser malekê.
Di dema serdegirtinê de kesek mir û kesên bi navê Azad Şîmdî, Halîde Şîmdî, Şemsîye Şimdî û kesekî ku navê wî nehate hînbûn, tevî 4 zarokan hatin destgîrkirin.
Hate ragihandin ku zarokekî ku hatiye destgîrkirin, nexweşiya otîzmê pê re heye.
Derbarê serdegirtinê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.