Li Mêrdînê êrîşa li ser zarokên Kurd hate protestokirin

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê êrîşa polîsan a li ser zarokên Nisêbînê protesto kirin.

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Mêrdînê têkildarî polîsê ku li navçeya Nisêbînê bi çekan berda ser pişta zarok B.E., daxuyanî dan û xwestin polîs bê girtin. Platformê li ber avahiya KESK'ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Parlamentera Mêrdînê û Berdevka HDP'ê Ebru Gunay û nûnerên rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Salih Kuday, diyar kir ku piştî bûyer li ser medyaya civakî hat belavkirin hêj nû rayedaran daxuyaniya fermî daye û wiha got: "Em ji bûyer û tecrûbeyên xwe yên berê dizanin ku heta niha polîs ji ber kiryarên xwe yên xerab û îşkenceyê li mirovan kirine nehatine cezakirin. Polîs ji ber erka ku dane wan û dizanin ku nayên cezakirin her tiştî dikin. Polîs û leşker vê erka ku dane wan ji bo xwe wekî mertalê zirxî dibînin û îşkenceyê berdewam dikin. Em dixwazin derbarê van polîsan de lêpirsîn bê vekirin û bên cezakirin.

GUNAY: DIVÊ EW POLÎS JI PEYWIRÊ WERE STENDIN

Hevberdevka HDP'ê Ebru Gunay, jî xwest polîs ji peywirê bê dûrxistin û bê girtin û wiha got: "Li gel şewba heyî em dibînin tundiya polîsan û dewletê li herêmê kêm nebûye. Mixabin ji ber polîtîkayên îqtîdara AKP'ê yên bêcezakirinê, polîs vê yekê ji bo xwe dikin zirx û li ser vê axê êrîşî zarok, jin û gorên Kurdan dikin. Li ser wan tundiyê dimeşînin. Li Wanê endamên me yên partiyê direvînin. Li Edeneyê zarokan dikujin. Rayedar diyar dikin ku ew ji kar dûr xistine. Lê dûrxistin cureyekî din ê kuştina zarokan e. Dûrxistin bêcezahiştin e. Lê çi dibe bila bibe em ê heta dawî van dozan bişopînin û şopdarê vê yekê bin. Em aşkere li van kesan gilî dikin. Em bang li rayedaran dikin ku demek berî demekê van kesan bigirin û ceza bikin. Em ê şopdarê van bûyeran bin. Ev bûyer encama dijminantiya AKP’ê ya li dijî gelê Kurd e."