Li Mêrdînê çalakiya li dijî polîsan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku li Mêrdînê polîsek hatiye kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Li Hezoyê kontrayek hatiye kuştin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev daxuyanî da:

"23'ê Cotmehê saet di 21:10'an de, di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me li hemberî wesayiteke sivîl a Doblo ya Midûriyeta Şaxê Hêza Çevîk a Artûklû ya Mêrdînê, çalakiyeke sabotajê kirin. Dİ encamê de wesayit îmha bû, polîsek hate kuştin, 2 polîs jî bi giranî birîndar bûn.

21'ê Cotmehê, li bejahiya navçeya Hezo ya Êlihê, li hemberî komek ji kontrayên li bejahiyê bûn, çalakî hate lidarxistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, kontrayek di vê çalakiyê de hate kuştin."