Li Mêrdînê berxwedana dijî qeyûm kete roja 12'an

Li Mêrdînê li dijî dagirkeriya qeyûman berxwedan didome. Dayikên aştiyê gotin ew ê li zarokên xwe xwedî derkevin.

Li dijî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê berxwedan didome. Li Mêrdînê li Parka Karayollari wekîlên HDP'ê, rêveberên HDP'ê, Dayikên Aştiyê yên ku ji Êlihê û Sêrtê hatin dagirkeriya qeyûm şermezar kirin.

Polîsan nehiştin ku koma çalakger biçin cihê ku her roj lê çalakî dihate kirin rûnin, bi mertalên xwe peyarê dagir kirin. HDP'yiyan jî li dijî vê li cihê ku lê bûn dest bi rûniştinê kirin, ji ber vê polîsan bi paş ve gav avetin.

GUH NEDAN ASTENGIYA POLÎSAN

Polîsan nehiştin ku Dayikên Aştiyê û kedkarên cameweriyê yên ku piştre hatin, werin cihê çalakiyê. Li ser vê komê di cihê xwe de rûnişt. Piştî ku qad berfireh bû polîs vekişiyan, çalakî li cihê her roj berdewam kir. Çalakgeran lîlandin û strandin.

'TÊKOŞÎN WÊ BIDOME'

Wekîla Şirnexê ya HDP'ê Nûran Imîr got, ''Vîna gel, pergala me ya hevseroktiyê xeta me ya xemrî ye. Kesek nikare vîna me desteser bike. Nikare têkoşîna me bi paş ve bibe'' û diyar kir heta ku qeyûm bi paş ve nekişînin ew ê têkoşînê bidomînin.

'EM QEYÛM QEBÛL NAKIN'

Li ser navê Dayikên Aştiyê ku ji Êlih û Sêrtê hatin Sultan Ozsyon axivî û got, ''Em naxwazin kesek bimire, em aştiyê dixwazin. Mirin ne çare ye. Em dayikên leşker, gerîla û polîsan in.''

Her wiha Dayika Aştiyê Halîme Kaya jî axivî û got, ''Em qeyûm qebûl nakin. Çima ji bo 4 mehan hilbijarin kirin? Bila diziya xwe, bertîlên xwe bidomandana. ''

Piştî daxuyaniyan çalakger heta bi avahiya bajêr a HDP'ê meşiyan.