Li Mêrdînê bê navber çalakiyên protestoyê

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Ahmet Turk li Qoseê di çalakiya protestoyê de axivî û got; “Eger 31’ê Adarê Stenbol qezenç kirîban wê operasyon 1’ê Nîsanê lidarxisitban.”

Desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin yê Wanê li navçeya Qoserê li Qada Azadiyê bi çalakiyeke girseyî hate protestokirin. Hevşaredarên Wanê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, parlamenterên bajêr û herêmê li pêşiya avahiyê li hev civiyan. HDP’yiyan piştre dibin dorpêça polîsan de ber bi Qada Azadiyê ve meşiyan. Tevî hemû astengiyên polîsan gel beşdarî daxuyaniya HDP’ê bûn û dirûşme berz kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî li vir axivî. Polîsan diyar kir ku çalakî û aktivîte ji aliyê Walîyê Mêrdinê ve hatiye qedexekrin û bê navber anonsên “li dijî qanûnan e” xwest daxuyaniya hemwelatiyan asteng bikin. Tevî mudaxleya polîsan daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Çepnî wiha got; “Serî de gelê Kurd em qeyûman nas nakin. Qeyûm li dijî îradeya rêveberiya gelê me derbeyek e. Qeyûman du salan derbe li dijî îradeya me pêk anî û di derbeyê rêveberiyên me yên xwecihî dagir kirin. Di vê demê dagirkeriyê de tiştek hate kirin ew jî nelirêtiyên mezin hate kirin. Li Tirkiyeyê berxwedana li dijî qeyûman didome. Qeyûm ne tenê li dijî gelê Kurd li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye.”

Çepnî bal kişand li ser berxwedana gel ya li dijî qeyûman û wiha domand; “Dixwazin nerazîbûna gel bi êşkenceyê asteng bikin. Em li dijî zilma me lis er pêyan in. Em hene em ê hebin. Bi têkoşîna yekbûyî ya gelan li dijî faşîzm û derbeyê bi teqez serketin ya me ye. Amed ya me ye, Wan ya me ye, Mêrdin ya me ye.”

Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Ahmet Turk axivî û wiha got; “Beriya ku em mazbataya xwe bigrin amadekariya qeyûm kirine. 1’ê Nîsanê li Amed, Wan û Mêrdinê walî beriya em mazbatayên xwe bigrin ji bo me me ji peywirê bigrin ji Wezîrê Karê Navxweyî re nivîs dinivîsin. Me 14’ê Nîsanê mazbata girt lê walî 1’ê Nîsanê ji bo ji peywirê girtin nivîs nivîsandiye. Ev jî dide nîşandan ku bi vê derbeyê re ti rewabûna nîne. Nelirêtî, îhaleyên hatine kirin faturaya hemûyan di destê me de ye. Em ê fatûreyan her tim bi gelê xwe re parve bikin. Hewldana me ya komkirina gelê me li dora nirxên demokratîk heye. Ji bo em ji vê rewşa şaş ya Tirkiyeyê re bibêjin raweste îro em siyaseta xwe dimeşînin.”

Axaftina Turk bê navber ji aliyê polîsan ve hate astengkirin û tevî vêya daxuyanî hate dayîn. Piştî daxuyaniyê HDP’yiyan bi dirûşmeya “Bi berxwedanê em ê serbikevin” ber bi Şaredariya Qoserê ve meşiyan. Parlamenterên HDP’ê û hevşaredar piştre serdana Şaredariya Qoserê kirin.