Li Mêrdînê 7 leşker hate kuştin, wesayîtek jî hate rûxandin

Di şerê li navçeya Dêrik a Mêrdînê de 7 leşker hatin kuştin, wesayîteke leşkerî jî hate rûxandin. Di şer de gerîlayek şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser operasyona li Mêrdînê

HPG’ê ev agahî da:

“Artêşa Tirk a 27’ê Îlonê li devera Çemê Şikestûnê ya girêdayî navçeya Dêrik a Mêrdînê dest bi operasyonekê kiribû. Li herêma operasyon di navbera hevrêyeke me yê li herêmê li ser erka xwe bû şerek dijwar rû da. Hevêryê me Ronî Derwêş bi djwarî li di wesayîtên dagirkeran da û bi ruhekî fedayî şer bi leşkerên bi ser wî de diahtin kiriye. Şerê di navbera  hevrêyê me Ronî û dijmin de heta sibeha 28’ê Îlonê dom kiriye. Hêzên dagirker di saetên sibê de devera oprasyonê bi dijwarî bombe kir û hevrêyê me Ronî şehîd bû. Di şerê rojekê dom kir de 7 leşker hatiye kuştin û wesayîteke dijmin jî hatiye rûxandin. Artêşa TC’ê kuştî û birîndarên x we bi ambûlansan ji qadê rakirine.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye.

Nasnav: Ronî Derwêş

Nav û Paşnav: Ûgûrcan Dîndar

Navê Dayikê-Bav:Yildiz-Mahmût

Cihê Jidayibûnê: Wan

Dîrok û Cihê ŞEhîdbûnê: Mêrdîn-28’ê Îlona 2019

 

Hevrêyê me Ronî Derwêş di sala 1990’an de li nava malbateke welatparêz hatiye dinê. Hevrê Ronî yê hê di temenê xwe yê ciwan de rastiya dijmin dibîne, dahûrandinên ku li ser xwe kiriye û ketiye nava lêgerînên heqîqetê. Hevrê Ronî yê di temenê ciwanî de dest bi xebatên siyasî yên li qadê kirin, demek dirêj li van qada xebat kir. Hevrê Ronî yê heta 2012’an bi aktîf têkoşîn kir, diyar dike ku ev têkoşîn kêm dimîne, ji bo azadiya gelê Kurd hê zêdetir ked, fedekarî bike tevlî refên gerîla dibe. Hevrê Ronî yê ji roja yekem berê xwe dide nava refên gerîla bi biryardarî û fedekariya xwe bala hevrêyên xwe yên din dikişîne, her demê bûye pêşengê jiyanê. Çi erka ketiye ser milan bi bi baweriyeke mezin bi cih aniye û bi awayê herî serkeftî jî bi cih aniye. Di demekî de ku şer dijwar bûye sal a2017’an derbasî Bakurê Kurdistan dibe, li herêma Mêrdînê ya yek ji herêmên şer lê aktîf tê kirin dibe û li dijî dijmin têkoşîn dike. Her demê hevrê Ronî li dijî artêşa Tirk a dagirker têkoşîneke fedadyî kiriye. Li qadê gelek erk pêk aniye û bi serketî jî bi cih aniye. Herî dawî dema ji bo erkekê li qadê bû bi ruhekî fedayî li dijî dijmin şer kiriye. Hevrê Ronî heta guleya xwe ya dawî şer kir û derbên giran li dijmin daye û destanek lehengiyê nivîsandiye.

Di serî de sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Ronî Derwêş û hemû gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin. Soza didin em ê têkoşîna xeta feday ya hevrêyên xwe bigihînin serketinê”.