Li Meletiyê 6 kes hatin girtin

Li Meletiyê ji HDP, DBP û ÎHD’ê 6 kes hatin girtin.

Polîsan di 27'ê Mijdarê de li Meletiyê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP, DBP û ÎHD'ê de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê berê Ozcan Agdaş, Hevseroka DBP'ê Nermîn Tuncel, Hevserokê HDP'ê yê Battalgazî Ahmet Aksu, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Yeşilyurtê Aziz Dogan, Rêveberê HDP'ê yê berê Hasan Karvar, endamê HDP'ê Ahmet Turan Sertkaya û Hevseroka ÎHD'ê ya Meletiyê Gonul Ozturkoglu hatibûn destgîrkirin û biribûn Midûriyeta Polîsan. Piştî îfadeya wan li midûriyeta polîsan bi dawi bû sewqî dadgehê hatin kirin.

Hasan Karvar, “bi kontrola edlî" hate berdan. 6 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan ji bi îdîaya “Endamtiya têxistinê" hatin girtin.