Li Mahabadê banga grêva giştî

Nûnerên civaka sivîl a Mahabadê bi daxuyaniyeke nivîskî bang kirin ku sibe li bajêr grêva giştî were kirin.

Çalakiyên piştî ku du kolber li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin dest pê kiribûn didomin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyeke nivîskî bang kirin ku sibe grêva giştî were kirin.

Daxuyanî ji hêla Însiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê ve hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, sibe heta 11.00'an kesek dirabeyên xwe raneke, wesayitan nexebitîne û neçe ser kar.

Însiyatîfê ragihand, ku ew dixwazin arîşeyên ku ji ber zexta rejîma Îranê ya li Rojhilat derketin bi azîneyên aştî çareser bibin lê ji ber ku rejîm zorê bi kar tîne wan jî serî li rêbazeke wiha daye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî dest bavêje rewşê û ev daxwaz hatin kirin.

*Divê dawî li kuştina kolber û kesibkaran were

*Divê rêveberên xwecih û Rûhanî li dijî vê helwestê nîşan bide.

*Divê ji gelê Rojhilat lêborîn were xwestin

*Çi kesê ku hatiye binçavkirin demildest divê bê şert û merc serbest were berdan.

*Li bajarên Kurdistanê divê demildest dawî li Rewşa Awarte ya berdest were.

*Divê kartên kar ên ku ji kolberan hatine standin li wan werin vegerandin û Rûhanî sozên xwe yên di hilbijartina Serokkomariyê de bi cih bîne.

*Divê ewlehiya kolberan were bicihanîn.

Di dawiya daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "ti hêz nikare li ber herka civakê bigire."