Li Licê şer: 2 serdar hatin kuştin

Li Licê di şerê navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk ên ku Polîsên Tîmên Taybet jî di nav de derketibûn operasyonê  de, hate ragihandin ku 2 serdar hatine kuştin.

Bi tevlîbûna Polîsên Tîmên Taybet jî duh di saetên sibê de ku bi dehan gundên li herêma bakurê navçeya Lice ya Amedê de operasyonek pêk hatibû. Di operasyona bi desteka hewayî dom dike de, di navbera gerîla û leşkeran de şer rû da. Li gorî agahiyên hatin girtin, di şer de 2 serdar hatine kuştin. Operasyona li herêmê didome.

Operasyon li gundê Hedik, Xoser, Mazraaliyan, Şaxûr, Karincak, Zengoser û gelek taxên û dîsa rêyên diçin van taxan xebatên lêgerîn û nuqteyên kontrolê hatine danîn.

HPG’ê li ser bûyerê ti daxuyaniyek nedaye.