Li Licê kesek hate girtin
Li Licêya Amedê piştî operasyona dewleta Tirk a dagirker Azîze Bozkûş û Mehmet Şah Bozkûş hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeya wan Azîze Bozkûş hate berdan, Mehmet Şah Bozkûş jî hate girtin.
Li Licêya Amedê piştî operasyona dewleta Tirk a dagirker Azîze Bozkûş û Mehmet Şah Bozkûş hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeya wan Azîze Bozkûş hate berdan, Mehmet Şah Bozkûş jî hate girtin.
Leşkerên Tirk ên dagirker li bejaiya gundên Cinezûr, Dêrxust, Huseynik û Mişirfa Licêya Amedê operasyonek dabûn destpêkirin. Operasyon didome. Di operasyonê de li gundê Mişirfê Azîze Bozkûş û hevjînê wê Mehmet Şah Bozkûş hatibûn destgîrkirin.
Piştî îfadeya wan Azîze Bozkûş hate berdan, Mehmet Şah Bozkûş jî bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hate girtin.