Li Licê 3 kes hatin destgîrkirin

Li Licê, piştî qedexeya derketina derve ya li 7 tax û gundikan operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkerên Tirk avêtin ser gelek malan û 3 kes destgîr kirin. 

Li bejahiya navçeya Licê ya Amedê, li gundê Çemê Elika û taxa Xeraba, Miaran Komu, Kilaraş Komu, gundikên Şakan, Ayaz û Akçapinarê duh danê sibê derketina derve hatibû qedexekirin û operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. 

Di vê operasyonê de ku tîmên taybet ên artêşa Tirk a dagirker tevlî bûne li gundik û taxên navborî avêtin ser malan. Hate ragihandin ku li gundikê Miaran kesê bi navê S.O., li gundikê Gezanê H.Ş. û M.S.O. hatine destgîrkirin.

Hate ragihandin ku kesên hatin destgîrkirin birine navenda polîsên Tirk a li Hênê.