Li Kurdistanê li dijî tecrîdê meş û civîn hatin lidarxistin

Li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku 66 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.

DÊRSIM

Rêxistina bajêr a Dêrsimê ya HDP’ê bi tevlêbûna parlementera HDP’ê Salîha Aydenîz li avahiya partiyê civîn li dar xist. Piştî civînê girse ber bi Qada Seyîd Riza meşiya. Aydenîz li vê derê daxuyanî da û diyar kir ku tekane rojeva wan tecrîda li ser Ocalan e û greva birçîbûnê de ye, ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin. Aydenîz bal kişand ser vî tiştî ku daxwazên Leyla Guven daxwazên wan e jî.

ŞIRNEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî civîna gel hate lidarxistin. Civîn li rêxistina navçeyê ya HDP’ê hate lidarxistin. Parlementerê Şirnexê yê HDP’ê Hasan Ozguneş û gelek kes tevlî civînê bûn.

Ozguneş di civînê de axivî û got ku ‘Berxwedana gelê Kurd didome. Di demên berê de jî bi hezaran girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn.” Ozguneş diyar kir ku divê li hemberî tecrîdê nerazîbûn zêde bibin.

MÊRDÎN

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi tevlêbûna parlementera Mêrdînê ya HDP’ê civîneke gel hate lidarxistin. Gunay diyar kir ku tecrîd li her dera jiyanê belav bûye û got ku, “Bi ‘qedexeyên derketina derve’ yên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê me ev tecrîd dît. Li wê derê hemû qadên jiyana mirovan asteng kirin.”

Gunay bal kişand ser vî tiştî ku çalakiyên greva birçîbûnê girîngiyeke xwe ya dîrokî heye û got ku “Tecrîda li ser Ocalan berê bi berxwedana gelê Kurd hate şikandin. Ji ber vê jî berxwedan dikare tecrîdê bişkîne. Azadiya rêzdar Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd.”