Li konên sersaxiyê yên ji bo şehîdên Şengalê hatin vedan, xêr hat belavkirin
Ji bo şervanên YBŞ/YJŞ’ê, gerîlayek HPG’ê û endamekî Asayîşa Êzdîxanê ku di êrîşa komên PDK’ê de li Xanesorê şehîd bûn, di bin konên sersaxiyê de xêr hat belavkirin.

Xêr di bin konên sersaxiyê yên ku li Kampa Seîd, gundê Kersê û Xanesorê hatine vedan, hat belavkirin. Li bin konan ji bo sedan welatiyên ku hatibûn sersaxiyê xwarin hat dayîn. Li merasîma, alên YBŞ/YJŞ, wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bimire xiyanet", "Bijî berxwedana Şengalê" hatin qîrîn.
Piştî xwarinê, li ser navê YBŞ, YJŞ, Meclîsa Jin a Şengalê, PADÊ, Tevgera Gel û malbatên şehîdan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser xiyanetê û êrîşên li ser Xanesorê hatin şermezarkirin.
Qisekeran destnîşan kirin ku eger niyeta komên êrîşkar parastina Şengalê be, bila biçin gundên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de rizgar bikin. Di axaftinan de her wiha li ser yekitî, xurtkirina hêza YBŞ/YJŞ’ê û mezinkirina têkoşînê hat rawestîn.
Serdana konên sersaxiyê didome.