Li Konê Berxwedanê yê Şengalê îro roja 23'an e

Bi daxwaza naskirina Asayîşa Êzidxanê, xelkê Şengalê 23 roj in nobedê digire û bi biryar e ku heta dawiyê çalakiya xwe dewam bike.

Li dijî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, ku Şengalî vê peymanê li dijî xwe dibînin, konê xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê 23 roj in li pêşiya navenda asayîşê vedayî ye.

Bi dirûşma "Em hemû asayîş in" rojane bi dehan mirov nobedê digirin û ji bajarok, navçe û gundên Şengalê jî xelk serdana çalakiyê dikin.

Daxwaza xelkê Şengalê ew e ku Asayîşa Êzidxanê bi rengekî fermî bê qebûlkirin û di çarçoveya qanûnên Iraqê de Şengal bi rengekî xweser bê birêvebirin.

Çalakger dibêjin, heta ku ev daxwazên wan bi cih neyên anîn, wê dest ji berxwedana xwe bernedin.