Li Kobanê bi dehan hezar kes li dijî dagirkeriyê dimeşin
Ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê, bi dehan hezar kes li navenda Kobanê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan" dest bi meşê kirin.
Ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê, bi dehan hezar kes li navenda Kobanê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan" dest bi meşê kirin.
Gelê Kobanê, ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê, li dora peykerê Jina Azad ê li navenda bajêr li hev dicive. Ji 7 heta 70 salî, şêniyên Kobanê daketin qadê.
Bi dehan hezar kes bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "DAÎŞ Erdogan", "Em gel in, em li vir in" û "Bijî berxwedana Efrînê" ber bi meydana Şehîd Egîd dimeşin.