Li Kirmaşanê erdheja bi 5.9 pileyî pêk hat

Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi dijwariya 5.9 pileyî erd hejiya. Gelek bajarên Başûrê Kurdistanê jî bi erdhejê hesiyan.

Navenda Lêkolîna Erhejê ya Zanîngeha Tehranê ragihandin ku navenda erdhejê herêma Taza Abad a Kirmaşanê ye. Hate gotin, erdhej li gorî dema herêmî saet 13:15'an bi 8 kîlometreyan li binê erdê rû daye.

Tevî bajarên Sine, Kirmaşan, Îlam û Ûrmiye yên Rojhilatê Kurdistanê, herêmên Germiyan, Helebçe, Silêmaniye, Raperîn û Derbendîxan ên Başûrê Kurdistanê jî bi erdhejê hesiyan.

Li Çiyayê Banglo yê li nêzî bajarê Ciwanro yê Kirmaşanê, ji ber erdhejê gelek teht wergeriyan.

Li ser encama erdhejê heta niha daxuyanî nehatiye dayin.

12'ê Mijdara 2017'an li Kirmaşanê erdhejek bi dijwariya 7.3 pileyî rû dabû û herî kêm 620 kes miribûn, zêdeyî 8.500 kes birîndr bûbûn. Birînên wê erdhejê hîn nehatine pêçandin.