Li Kerkûkê wesayiteke bombebarkirî hate rûxandin

Li Kerkûkê wesayiteke ku ji hêla DAIŞ’ê ve bi mebesta ku were teqandin bi bombeyan hate amadekirin, beriya ku bigihije hedefa xwe hate rûxandin.

Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, şevê din wesayiteke bombebarkirî bi balafirên şer ên koalîsyonê hate tinekirin. Li gorî agahiyan çeteyên DAIŞ’ê bi mebesta ku li  navenda Kerkûkê biteqînin bi rê xistibûn, wesayit di navbera Kerkûk û Dubizê de, li nêzî gundê Elawe Mehmûdî bi bombeyên balafirên şer ên koalîsyonê hate rûxandin.

Li ser îxbarekê wesayit hate sekinandin, ajokar ji hêla hêzên asayişê ve hate binçavkirin û piştî ku hate fêhmkirin wesayit bombebarkirî ye hate rûxandin. Piştî ku wesayit hate rûxandin li herêmê operasyonê dest pê kir û ji gundê Bacwanê gelek gumanbar hatin binçavkirin.

Her ku operasyona Mûsilê ber bi dawî ve diçe li derdora Kerkûkê liv û tevger zêde dibe. Tê gotin li Hawîce ya Kerkûkê ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye tevgereke zêde heye. Li Kerkûkê jî tevdîrên ewlehiyê hatine asta herî jor.

Her wiha diyar bû ku şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrîş birine ser gundê Hesafî yê bi ser bajaroka Qeretebe a Xeneqînê. Diyar bû ku di êrîşê de leşkerekî bi navê Ibrahîm Şakir Hesale ku di artêşa Iraqê de peywirdar bû hatiye kuştin.