Li Kerkûkê şehîdê Berxwedana Rûmetê Hebîb spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Hebîb Mewlud (Mazlûm Dogan) ê ji bajarê Hewlêr ê Başûrê Kuridstanê ku li Girê Spî di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibû, li Kerkûkê bi merasîmek heyet spartin axê.

Cenazeyê şervanê QSD’ê Îbrahîm Hebîb Mewlud yê bi nasnav Mazlûm Dogan, di 16’ê Cotmehê de li gundê Sekeryan a Girê Spî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi qehremanî şer kir û şehîd bû, duh bi şev ji Rojava anîbûn navçeya Koye ya Hewlêrê.

Di saet 11:00’an de cenazeyê Mazlûm Dogan li navçeya Koyê li ber Nexweşxaneya Tiba Edlî bi merasîmek hate girtin ji bo bajarê Kerkûkê hate birêkirin.

Karwanê wesayîtên ku cenaze li gel de bû di saet 12:00’an de gihişt bajaroka Teqteq. Her cihê karwarnê şehîd lê derbas bû welatiyan rêz girtin.

Di saet 13:00’an de cenazeyê şehîd gihişt bajarê Kerkûkê û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” cenaze ber bi taxa Penca Elî ve hat şandin. Piştre li Mizgefta Aştî nimêja cenaze hate kirin û ber bi goristana Rehîmawa ve bi rêktin.

Li goristana Rehîmawa li ser navê Komîteya Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Çinur Mihemed axaftinek kir û got; “Ev ne şehîdê me yê yekem û ne yê dawiye jî. Bi dirêjiya dîrokê me ji bo azadiyê têkoşîn daye. Ji bo vê yekê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo azadiyê têkoşîn bikin.”

Piştre li ser navê RJAK’ê Necîbe Omer jî axivî. Omer jî got; “Ev şerefek mezine ji bo bajarê Kerkûkê bi merasîmek wisa girseyî pêşwaziya cenazeyê şervan û fermandeyek pêşeng dikin û bi xaka pîroz ya Kurdistanê diveşêrin. Heval Mazlûm Dogan ê Kerkûkî li ser fikir û felsefeyek têkoşîn kir ku ew fikir û felsefe ti carî teslîmyetê qebûl nake. Ji bo wê divê em şopdarê doz û xebata wî bin.”

Li ser navê malbatê jî mamê şehîd Ehmed Mewlud axaftinek kir û di nava axaftina xwe de got; “Ne tenê Îbrahîm, gelek zarokên me yên din jî amade ne ji bo Kurdistanê canê xwe feda bikin. Ji bo me Kurdistan yeke. Demek gerîla bi xwîna xwe parastina vê xakê dikir, em jî dê bi xwîna xwe parastina Rojava bikin û wek xaka xwe dizanin.”

Piştre Mela Saman Sengawî jî axaftinek kir û da zanîn ku ciwanên Kurdistanê ji ber ku di ber xaka xwe de şer dikin, li cem xuda ew şehîdin.

Di dawiya axaftinan de cenazeyê şehîd Mazlûm Dogan bi dirûşmeyan sipartin axê.