NÛ BÛ- Li Kerkûkê propagandakirina referandûmê hate qedexekirin

Piştî ku duh li Kerkûkê êrîşek li hember komeke ku propagandaya referandûmê dikirin hate kirin û şûnde, li bajêr ji saetên şevê ve propagandakirina referandûmê hate qedexekirin.

Başûrê Kurdistanê ya ku xwe ji referadûma 25’ê Îlonê re amade dike, li Kerkûkê ji saetên şevê ve propagandakirina referandûmê hate qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê komîteya ewlekariya Kerkûkê ve hate kirin, hat diyarkirin ku ji ber ewlekariya li nav bajêr xebatên referandûmê hatin qedexekirin.

Duh şev li ser rêya Bexda dema ku komek ciwanên Kurd propagandaya referandûmê dikirin, ji aliyê Eniya Tirkmen a Iraqê ve hatin hedefkirin û ciwanek jiyana xwe ji dest dabû.