Li Kerkûkê piştî 18 salan dengdanê destpê kir

Îro piştî 18 salan yekem car e ku hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê tê kirin.

Îro saet di heştê sibehê de dengdana giştî ya Hilbijartina Encumenên Parêzgehan li Kerkûk û Iraqê dest pê kir.

Li gorî zanyariyên Ofîsa Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ya Kerkûkê li bajarê Kerkûkê mafê dengdanê yê mîlyonek û 153 hezar kesan heye, lê belê  868 hezar û 901 kes xwedî karta elektronîk in û dikarin deng bidin.

Her wiha li gorî amarên dawî yên Komîsyonê ji %77’î zêdetir hemwelatiyên Kerkûkê kartên xwe yên dengdanê wergirtine û îro beşdarî proseya dengdanê dibin.