Li Kerkûkê li ser rola ciwanan a di şoreşê de semîner

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê ji aliyê Koma Hişyariya Ciwanan ve li ser rola ciwanan a bi pêşengîkirina ji bo şoreşan semînerek hate lidarxistin.

Li pirtûkxaneya giştî ya bajarê Kerkûkê ji aliyê Koma Hişyariya Ciwanan ve semînerek li ser hişyariya ciwanan û rola wan a dîrokî ya di nava şoreş û girîngîdayîna kêrkhatiyên wan, hate lidarxistin.

Semîner ji aliyê Mamoste Nerîman Ehmed ve ha te pêşkêşkirin.

Hejmarek diyar ji keç û xortan tevlî semînerê bû. Di semînerê de guftogo di navber beşdarvan û mamosta ve hatin kirin.

Yek ji berpirsê Koma Hişyarî ya Ciwanan Soran Serdar têkildarî semînerê axivî û bal kişand ser rola ciwanan û dîsa pêwîstî dîtin ku semînerek ji bo ciwanên bajar amade bike ku balê bikişîne ser asta hişyariyên wan ên beramberî civakê.

Serdar destnîşan kir ku di dîrokê de gelek carî guhertin li bajarê Kerkûkê bûye û got: “Ji bo vê divê asta ciwanan a hişyarî zêdetir be ku bikarin rola xwe ya pêşengatî bikin.”