Li Kerkûkê Komeleya Hêvî alîkarîyê ji bo mexdûrên erdhejê kom dike

Li bajarê Kerkûkê, Komela Hêvî ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, dest bi komkirina alîkariyê kir.

Komeleya Hêvî piştî erdheja li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê dest bi komkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê kir.

Komeleyê di roja duyemîn a alîkariyê de bang li xelkê kir ku alîkariyên xwe bigihînin navenda wan da ku ew jî destê alîkariyê dirêjî mexdûrên erdhejê bikin.

Endamê Komeleya Hêvî Ebdulwehab Ehmed ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di rojên zehmet û zorî de divê ew alîkariya hev bikin û got: “Bi piştevaniyê yekîtiya nava xwe xurt dikin. Em ji hemû welatiyên Kerkûkê dixwazin ku li gorî hêz û derfetên xwe alîkariya xwe bigihînin Komeleya Hêvî. Em ê vê alîkariyê bigihînin ji mexdûrên erdhejê re.”

Ehmed diyar kir ku ew weke erkekî mirovî dest bi vî karî rabûne û alîkariya hev bikin.