Li Kerkûkê jinek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da

Rêveberê Tendirûstiya Kerkûkê ragihand ku jina bi navê Mekiye Ekrem ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Piştî ku hatibû ragihandin li Kerkûkê 7 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wana 6 kes baş bûne û tenê yek kes mabû, şeva bihorî Rêveberiya Tendirûstiyê ya Kerkûkê ragihand ku kesekî din bi vîrûsa Koronayê ketiye, bi giştî niha li Kerkûkê 2 kes bi vîrûsê Ketine.

Kesa ku doh derengiya şevê hatiye ragihandin bi vîrûsê ketiye, jinekî temen 70 salî yê bi navê Mekiye Ekrem bû.

Derbarê vê yekê Rêveberê Tendirûstiya Kerkûkê Dr. Kerîm Velî ji ANF’ê re axivî û ragihand: “Kesa ku bi vîrûsê ketiye jinekî temen 70 salî yê bi navê Mekiye Ekrem e ku Tirkmene û li Herêma Nû ya Başxwrê Kerkûkê dijiya. Ew demeke ku ew jine di bin kontrolê de bû û doh şev encamê testa wê ji Bexdayê hatiye û pozîtîf derketiye.”

Her wiha Dr. Kerîm Velî diyarkir: “Ew jine bi tu awayekî serdana Îran û û welatekî din nekiriye û em nizanin ka çawa bi vîrûsê ketiye, piştî ku rewşa wê jinê girantir bû doh deregiya şevê jiyana xwe ji dest da.”

Piştî ku rewşa wê jinê hate ragihandin, li ser biryarê Maseya Krîzê ya Kerkûkê, hêzên ewlekariya Kerkûkê bi hemahengî li gel tîmên bijîşkî yên bajêr Herêma Nû ya Kerkûkê girtin nava dorpêçê û ew herême heta 14 rojan xistin qerentîneyê.