Li Kerkûkê di garaja otobusan de teqîn: 2 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê di garajeke otobusan de danê sibê teqînek pêk hat û di vê teqînê de 2 kes birîndar bûn.
Li Kerkûkê di garajeke otobusan de danê sibê teqînek pêk hat û di vê teqînê de 2 kes birîndar bûn.
Di garaja otobusan a şaredariya Taze de danê vê sibê teqînek qewimî. Di teqînê de du ajokar birîndar bûn û çavdêran ragihand ku wesayîtên derdor xisar dîtine.
Hate ragihandin ku birîndar rakirine nexweşxaneya Kerkûkê.
Li gorî agahiyên destpêkê teqîn, ji ber teqandina teqîmeniya di garajê de hatî bicihkirin de pêk hatiye.