Li Kerkûkê derketina derve hate qedexekirin

Li Kerkûkê, piştî ku ji avahiya ITC gule hate reşandin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn, li bajêr derketina derve hate qedexekirin.

Ji bo destekkirina referandûma 25'ê Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê, ciwanan li Kerkûkê bi konvoyekê geriyan. Lê belê ji avahiya partiya Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) gule li ciwanan hate reşandin û di encamê de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn. Li bajêr, derketina derve hate qedexekirin.

Ciwanan duh êvarê saet di 22:00 de, li Kerkûkê ji bo destekê bidin referandûmê, bi wesayit û motorsîkletan li nava bajêr geriyan. Li ser rêya Bexdayê, ji avahiya ITC gule li ciwanan hate reşandin.

Ji ber guleyên ji avahiya ITC hatin reşandin, ciwanê bi navê Raîd Ebdulqadir Ebdûrahman jiyana xwe ji dest da û 5 ciwanên navê wan nehat zanîn, birîndar bûn.