Li Kerkûkê 25 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin

Fermandarê Operasyonên Taybet ên Kerkûkê Mean Seedî ragihand ku li Kerkûkê 25 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin.

Fermandarê Operasyonên Taybet ên Kerkûkê Maen Seedî îro têkildarî operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê daxuyaniyek da. Seedî got koalîsyona navnetewî li dijî du nuqteyên çeteyên DAÎŞ’ê êrîşa hewayî pêk anîn û di êrîşê de 25 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin, 2 baregehên wan jî hatine rûxandin.

Seedî got; “Hefteya borî jî li nêzî bajarokê Dubizê ya ser bi Kerkûkê di encama êrîşeke hêzên koalîsyonê de baregeheke çeteyan hedef hatiye girtin û 6 çete hatine kuştin. Di êrîşek din a hewayî de tunelekî DAÎŞ’ê ya 500 metre dirêj hatiye hedef kirin û 19 çeteyên di tunelê de hatine kuştin.”

SERÇETEYÊ WNA JÎ HATE KUŞTIN

Fermandar Maen Seedî got, li herdu baregehên çeteyên DAÎŞ’ê yên hatine rûxandin serçeteyê wan ê amadekariya êrîşan dikir jî hatiye kuştin.