Li Kerkûkê 119’emîn salvegera Rojnamegerî Kurdî hate pîrozkirin
Li Salona Çalakiyên Xwendekaran di pêşengtiya Rêxistina Metro ji bo li ser mafê ragihandin û Saziya ÎMC Elmanî, 119’emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî hat bibîranîn.
Li Salona Çalakiyên Xwendekaran di pêşengtiya Rêxistina Metro ji bo li ser mafê ragihandin û Saziya ÎMC Elmanî, 119’emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî hat bibîranîn.
Di 22’ê Nîsana sala 1898’an de ji aliyê Mixdad Bedirxan ve yekemîn Rojnameya Kurdî bi navê Rojnameya Kurdistan hat derxistin. Ji ber vê yekê ew roj weke Roja Rojnamegeriya Kurdî hate pejirandin. Bi vê mebestê Saziya Metro û mafê mirovan ji bo bîranîna wê rojê, her sal vê rojê bi aktivîteyên cuda cuda pîroz dike.
Bi heman armancê îro li Salona Çalakiyên Xwendekaran Rêxistina Metro ya ji bo parstina mafê rojnamegeran, bi tevlîbûna waliyê Kerkûk, berpirsên siyasî û ragihandinkaran çalakiye bîranînê lidar xist. Her wiha rapirsiyek ( anketek) ku sazi û rêxistinên kerkûk ji bo dayina zanyariyan ji bo rojnamegeran, ku ji aliyê rêxistina metro ve hatibû amadekirin hat eşkere kirin. di rapirsiyê de pirs ji 100 rojanemgeran beşên cuda cuda hate kirin ku di rapirsiyê de navê 67 saziyên cuda yên Kerkûk hebûn. Di encamê de derket holê ku di pileya yekem de navenda polîsên navçe û gundan di pileya duyem de walîtiya Kerkûk û rêveberiya çandiniya giştî cih digirtin.
Her wiha di dewam aktivîteyê de waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm axivî û û got: “Li cîhanê ragihandin xwedî rolekî girîng e, hem di diyar kirin û hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên nava civakê de xwedî mîsyonekî mezine. Di welat de desthilatdariya çaremîne. Karê ragihandinê tenê ew nîne ku agahiyan bide, divê hemû karên xwe bixe di bin berjewendiyên welat de. Kerîm bal kişand ser mîsyona ragihandinkaran û wiha anî ziman: “Berpirsyariyên mezin li ser milê rojnamevanan e, nabe tenê aliyên nerênî bide nîşandan, berovajî divê aliyên erênî jî bide nîşandan. Her wiha divê rojnamevan di aliyê şer de pir baldar bin, li ser navê ragihandina agahiyaniyan,agahiyên nedin be dijmin, divê di karê xwe de pispor bin, ji ber ku hinek kar pir hesas in li şûna agahiyan radigihînin, bikevin di berjewendiyên dijmin de.