Li Kerkûkê 1. Konferansa Ciwanan hate lidarxistin

Ciwanên Welatparêz ên Kerkûkê bi dirûşmeya ‘Em ê tecrîdê bişkênin, yekîtiyê biparêzin û Kurdistanê azad bikin’ 1’emîn konferansa xwe lidar xist.

Ciwanên Welatparêz yên herêma Kerkûkê bi dirûşmeya ‘Emê tecrîdê hilweşênin, yekitiyê bi parêzin û Kurdistanê azad bikin’ yekemîn konferansa xwe li Kerkûkê lidarxistin. Konferans bi hilbijartina endamên desteya rêveberiya Kerkûkê bi dawî bû.

Di konferansê de 17 ciwan ji bo desteya rêveberiya Ciwanên Welatparêz yên Kerkûkê hatin hilbijartin. Wê ev deste nûnertiya Kerkûk, navçeyên Teqteq, Çemçemal, Daqoq û sînorên din yên Kerkûkê bikin.

Endama Ciwanên Welatparêz Gîvara Ehmed daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got; “Em sozê didin şehîdan em ê xebat, têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin. Heya encamê em ê têkoşînê dewam bikin. Herwiha em soz didin girtiyên siyasî jî ji bo azadiya gelê Kurd em ê têkoşînê geştir bikin.”