Li Kerkûk, Xurmatû û Başûr çi dibe?

Piştî referandûmê, piştî ku dewleta Iraqê û Heşdî Şebî herêmên nîqaş li ser hene dagir kir, krîza ku dest pê kirî girantir bû. Nediyarî hev xurt dikin û mezin dibe.

Krîza Başûrê Kurdistanê piştî referandûmê girantir dibe. Nediyariya siyasî, aborî, krîz a li dora Kerkûkê û Xurmatû li van derdoran komên nenas derxistin holê, piştî ku hêzên artêşa Tirk li ser xaka Başûr hewldana dagirkeriyê da destpêkirin, gel daketa kolanan û çalakiyên bi daxwaza îstîfaya hikûmetê dest pê kirin.

KOMÊN BÊNAV Û NEDIYAR…

Piştî referandûmê piştî ku herêmên ku nîqaş li ser wan hene dewleta Iraqê û Heşdî Şebî dagir kirin, krîza ku dest pê kirî her roja çûyî kûrtir bûn. Nediyarî hev xurt dikin û mezin dikin.

Ya pêşî, ji ber ku arîşeya rêveberiya Kerkûkê nehate çareserkirin, rewşa Kerkûkê her ku çû girantir bû. Ji bo çareserkirina pirsa rêveberiya Kerkûkê Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsûm kete navberê lê ti çareserî çênebû. Ji ber ku ij rewşa heyî Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) a bi ser MÎT’ê ve dixwaze sûde bistîne, dixwazin Kurdan li Kerkûkê bêkarîger bikin û mafên zagonî yên Kurdan jî nedin wan.

Ji bo vê jî Mehsûm dema ku ketî civîna Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bi Erebên Sinnî re kete civînê û wiha bûne asteng ku waliyê Kerkûkê were hilbijartin. Mehsûm bi du alîkarên xwe Îvad Allavî û Nûrî Malîk re civînek kir, xwest ku bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re diyalog dest pê bike û di serî de arîşeya rêveberiya Kerkûkê, arîşeya herêmên nîqaş li ser wan heye çareser bibe pêşniyarnameyeke bi sê xalan dan.

Lê tiştek ji van pêşniyaran derneket. Îbadî û ekîba wî bi Kurdan re hevdîtin û diyalog nedane destpêkirin û arîşeya hilbijartina waliyê Kerkûkê jî çareser nekirin. Sedema ku Îbadî ev nekirî jî rewşa Heşdî Şebî ye. Li ser banga Sîstanî, ji bo ku Heşdî Şebî ya bi mebesta ku dijî DAIŞ’ê têbikoşin belav bikin, Îbadî li ser du caran daxuyanî da û got, ‘’DAIŞ qediya, ti karê wan i ser xaka me nema’. Bi vê ji Heşdî Şebî re hate gotin, ‘’ti sedema çêbûn û mana we nema’. Beşê Heşdî Şebî yê bi ser Îranê ve jî naxwaze derfeta ku bi dest xistî ji dest berde.

Sadr komên Heşdî Şebî kişandin. Ji bo çekan jî gotin, ‘Em amede ne ku radestî hikûmetê bikin’. Sîstanî bang kir û got, ‘’Divê hemû hêzên Heşdî Şebî çekên xwe radestî hikûmetê bikin’. Komên Heşdî Şebî yên bi ser Îranê ve jî li şûna ku çekên xwe radest bikin, diyar kir ku ew dixwazin komên antî-terorê ava bikin. Ji bo vê jî îbadî nikare komên Heşdî Şebî yên ku kirina deverên ku nîqaş li ser wan hey kontrol bike, ji bo vê jî, ji bo ku nikare wan ji wê herêmê derxîne, di serî de hilbijartina rêveberiya wan deran nikare ti arîşeyê çareser bike.

Li Kerkûkê rewş wiha ye, her wiha li Xurmatûyê jî rewş tevlîhevtir bûye.

PEVÇÛNA DI NAVBEYNA ÎRAN Û DYA’YÊ DE?

Li derdora Xurmatû, Kelaf, Kifrî zêdetir komên çekdar derketin. Ev kom bi navê Ehrar El Sine û bi navên dî xwe dane naskirin. Hin ji van koman li bajarokê Zenanê yê Kifrê ku di bin kontrola asayiya YNK’ê de ye derketin holê.

Komeke dî jî di navbera Kifrî û Xurmatû de, li gundê Palkee xuya kir. Li ser navê vê komên hin gotin hene lê hê ne diyar e.

Li ser vê komê jî tê gotin Mele Krekar heye ku bi navê xwe yê rastî Nejmeddîn Faraj Ehmed heye. Mele Krêkaer demekê di nav Tevgera Îslamî de, li gel Alî Bapîr bû. 2001’an ji Tevgera Îslamî veqetiya, gihaşte Cund Ul Îslam ku li herêma Hawraman û Helepçe xurt bû û komeke bi navê Ensar El Îslam ava kir. Ev kom li dijî Iraqê hatibû avakirin. Lê bi demê re piştî ku li dijî PDK’ê û YNK’ê şer kir DYA li dijî xwe dît. DYA mudahele li vê komê kir. Mele Krekar girt. Piştî ku kete destê DYA’yê bi DYA’yê re tevgeriya. Beriya ku bi vê komê re tevbigere dihat zanîn ku li Norveçê dijiya. Li Norveçê gelek caran hate darizandin, di nav wê lîsteya cezawariya û gefê dixwin cih digirin. Tê gotin di nav koma Mela Krekar de kesên ku berê di nav El Qaîde, DAÎŞ û komên Îslamî de cih girtibûn jî hebûn. Dema ku mirov li rengê baweriya vê komê dinere,pirsên gelo li dijî Îranê, Heşdî Şebî ne, çêdibin.

Piştî ku ev kom diyar bûn, ên ku ji Xurmatûyê koçî gundên Kelar, Kifrî, Xurmatûyê kirin, li gundên Zenane, Nevcolan û Qaalanê hate gotin, ‘’Heşdî Şebî û artêşa Iraqê operasyonê dike’ û kirin ku kesên çûna van deran ji wan deran koç bikin. Di vê demê de di navbeyna Îran û Iraqê de peymana petrolê hate danîn, beriya niha petrola ku 30 hezar warîl dişandin kirin 60 hezar warîl. Beşekî mezin ê petrola ku şandin a nehyeya Kadirkeremênê bûn. Kadirkeman di navbera Kerkûk û Xurmatû de dimîne. Piştî ku bi agahiyên, ‘wê operasyon bibe gel dane koçekirin, gelê herêmê got, ‘’Ji bo ewlehiya xeta petrolê ya Îranê re şandin korîdora ewlehiyê dişînin.’’

Her wiha êrîşên vê komê yên li dijî Heşdî Şebî, tê gotin ji bo ku li dijî Îranê neyên bikaranîn, herêmê ne aram dikin û wiha tevdîrên ewlehiyê distînin. Ev jî nîşan dide ku xeta Helepçe û Germiyanê ku bi êşê û şer berdêlan giran daye careke dî bibe xeta şer. Lê ev nîşan dide ku şerê ku wê bibe ne şerê Kurdan e, tenê xak û mirovan weke malzemeya şer dibînin.

LI GEL TÊKÇÛNA XWE JÎ DIXWAZIN LI SER DESTHILATDARIYÊ BIMÎNIN, EV YEK KRÎZÊ GIRANTIR DIKE

Sedema van hemûyan referandûm, dagirkeriya piştî referandûmê û çaresernekirina krîza kûr bûye. Bêguman berpirsyarên bingehîn ên vê diyar in. Lê belê tevî ku berpirsyar in, naxwazin berpirsyariya xwe bibînin û bi israr dixwazin li ser desthilatdariyê bimînin. Ev jî dibe sedem ku krîz kûrtir bibe.

Krîz bû sedem ku aboriya li herêmê têk biçe. Vê yekê jî herî zêde bandor li mûçeyan kir. Hikumeta bi serkêşiya Nêçirvan Barzanî, tevî ku ji van hemû pirsgirêkan berpirsyar e, hê jî naxwaze îstifa bike. Ev jî dibe sedem ku rewş girantir bibe. Di serî de DYA, hêzên navneteweyî yên ku ev rewş dîtin, dest li rêveberiya bi serkêşiya Nêçirvan Barzanî werdan. Xuya ye jê xwestiye ku hilbijartinê bi pêşwextî pêk bîne ku Nêçirvan Barzanî nedixwest hilbijartinê qet bîne bîra xwe. Diyar e ji ber vê daxwazê berî du rojan nameyek ji parlamentê re şand û xwest ku biryar bê dayin ku hilbijartin di nava sê mehan de bê kirin. Di sibeha şeva ku Nêçirvan Barzanî name şand de, gelê Başûrê Kurdistanê bi dirûşma 'hikumet îstifa bike' daket kolanan. Mamoste, rewşenbîr, nivîskar û rêxistinên civakî yên sivîl pêşengî ji gel re kirin. Li zêdeyî deh navçe, bajarok û bajarên Başûrê Kurdistanê gel daket kolanan, li ber avahiyên PDK'ê çalakiyên protestoyî kir, kevir avêt hin avahiyan û li Pîremegrûnê jî avahî şewitand. Li Silêmanî, Çemçemal, Pîremegrûnê, dest li gel hate werdan. Li hin cihan çek li dijî gel hate bikaranîn. Gelek kes birîndar bûn.

Dema ev hemû bê nirxandin, diyar dibe ku krîz û kaosa bi referandûmê dest pê kir, bi dagirkirina Kerkûk û herêmên 'cihê nîqaşê' ji aliyê artêşa Iraqê û Heşdî Şabî dewam kir, kûrtir dibe. Her ku krîz kûr dibe, rewş jî hê tevlîhev dibe.

Rawestandina vê rêveçûnê dîsa di destê Kurdan, partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê de ye. Pêkanîna yekîtiya Kurdan û lidarxistin hilbijartinê bi rengekî pêşwext li Başûrê Kurdistanê dikare Kurdan ji vê krîz, kaos û rewşa tevlîhev rizgar bike. Gelê Başûrê Kurdistanê ji zûdeyî ve dîtiye ku ji bilî vê yekê ti tişt nikare Kurdan rizgar bike.