Li Kerkûk cara yekem e pêşangeheke pirtûkan hate vekirin
Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê cara yekemîn e pêşangehek taybet a pirtûkan ku bi tevlîbûna 15 dezgeh û çapxaneyan hate vekirin.
Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê cara yekemîn e pêşangehek taybet a pirtûkan ku bi tevlîbûna 15 dezgeh û çapxaneyan hate vekirin.
Li Kerkûkê gekek reşenbîr û xwîneran li peymangeha Ilim a li taxa Îskan pêşangeheke taybet a pirtûkan vekir.
Ev pêşangeh 4 rojan wê vekirî be û 15 dezgeh û çapxane tevlî bûne. Di pêşangehê de 2 hezar û 500 pirtûkên cuda yên bi zimanê Kurdî û Erebî hene.
Di pêşangehê de eleqeyek zêde ya xwendekaran ji bo pirtûkan hebû.
Mamoste û siyasetmedareke bajarê Kerkûkê Resûl Reûf ku serdana pêşangehê kir têkildarî girîngiya xwendinê ev got: “Mirov dikare bêje pirtûk û xwendin yek ji tewerê herî esas ê pêşxistina civakê ye.”
Welatiyê bi navê Îrfan Wahd Xeyat ê li pêşangehê bû, diyar kir ku vekirina pêşangehên wiha ji bo Kerkûk xwedî girîngî ye.
Wahd Xeyat bang li ciwanan kir ku tevnên dijîtal û amûrên teknîkê yên bi aqil bi tendurist bikar bînin û girîngî zêdetir bidin xwendina pirtûkan û got: “Her pirtûkek cîhaneke xwe ya taybet heye.”
Amadkarê Pêşangehê Heval Dara li ser pêşangehê axivî û diyar kir ku wê pêşangeh 4 rojan li peymangehê ji bo xwendekaran vekirî be. Dara destnîşan kir ku hemû hewldana wan ew e ku salên bê li bajarê Kerkûkê pêşangeheke navneteweyî vekin.