Li Kerboranê 6 kes hatin girtin

Hefteya derbasbûyî polîsan li navend û navçeyên Mêrdinê bi ser gelek malan de girtibûn û 36 kes destgîrkiribûn. Li Kerborêji 8 kesên hatin destgîrkirin 6 kes hatin girtin.

Dûşema derbasbûyî polîsan li navçeya Midyad, Şemrex, Dêrik, Qoser, Kerboran, Mahsert, Stewrê û Nisêbîn ên Mêrdinê bi ser gelek malan de giritbûn û 36 kes destgîrkiribûn. 8 kesên ku li Kerboranê hatibûn destgîrkirin karên wan qediyan.

Ji 8 kesên hatin destgîrkirin 2 kes piştî îfadeya li jendermeyan hatin berdan û 6 kesên din sewqî dadgehê hatin kirin. Li dozgeriyê îfadeya 6 kesan hate girtin û ji wan hate pirsîn ku di wêneyên li ser tevna civakî yên bi şal û şepik ew in yan ne, ‘endamê rêxistinê yan ne’ û ‘xizmên we tevlî rêxistinê bûne yan ne’. Dozgeriyê bi hinceta ‘endamê rêxistinê ne’ ji bo girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kirin.

Fîkret Alan, Muslum Agarman, Alî Akyuz, Şukru çetin, Mehmet Emîn Dûman û Sahîp Baran bi hinceta wêneyên bi cil û bergên herêmî kêşandine û li ser tevna civakî parvekirine hatin girtin.